Paltforma Zimanê Kurdî, bi daxuyaniyeke nivîskî êrişên nîjadperest ên li bajarên Tirkiyeyê li dijî kurdan pêk hatin şermezar kir.
Cejna Qurbanê de li bajarên Afyon, Enqere û Konyayê yên Tirkiyeyê, komên nîjadperest êrişî welatiyên kurd kirin û xesar dan can û malê wan.
Di êrişa Afyonê de 7 kes û di êrişa Enqerê de jî 4 kes birîndar bûn.
Her wiha di êrişa Konyayê de jî nîjadperestan welatiyê bi navê Hakîm Dal ê 43 salî yê ji Amedê qetil kirin.
Platform, di daxuyaniya xwe de li ser armanca û sedemên êrişan rawestiya û daxwaz kir ku li her deverê kurd li dijî êrişên bi vî rengî li hev xwedî derkevin û hev bi tenê nehêlin.
Platformê Ziman bang li rayedarên hikûmet û muxalefetê jî da ku
xwdî li mafên kurdan derkevin û mafên wan nas bikin.