Kongreya 4’emîn a Meclîsa Xweseriya Demokratîk a Şengalê – MXDŞ’ê bi armanca mîsogerkirina xweseriya Şengalê destpê kir.
250 delegeyên ku hatibûn hilbijartin, nûnerên pêkhateyên Ereb, Şîe û Mesihiyên her wiha oldar û rûspîyên Şengalê beşdarî kongreya giştî bûn.
Kongreya ku bi dirûşmeya “Rêveberiya Xweser Pira Gihandina Azadiyê Ye” wê 2 rojan berdewam bike.
Tê zanîn ku armanca sereke ji vê kogreyê, berfirehkirin û xurtkirina meclîsa gel û mîsogerkirina Xweseriya Şengalê ye ku ev dibe gavek girîng û dîrokî ku hemû pêkhateyên herêmê beşdarî kongreyê dibin.
Her wiha ji bo çareserkirina hemû pirsgirkêkên Iraqê dibe modeleke xurt.
Kongre bi rêzgirtina ji bo şehîdan destpêkir û bi axaftina vekirinê ya hevserokên Desteya Rêveber a Şengalê Riham Hico û Qasim berdewam dike.