Komeleya Giştî ya NY li gorî biryarnameya 72/165, ji bo bîranîna qurbanên terorê û ji bo piştgiriya wan bike, 21`ê Tebaxê wek Roja Qurbanên Terorê ya Navneteweyî diyar kir.
Desteya Kar û Barên Civakî û Xebitandinê ya Herêma Efrînê, bi vê boneyê çalakiyek bi dirûşma “Birîna we rûmeta me ye” li hola Star Layit a herêma Şiqeyif a Helebê li dar xist.
Bi dehan gaziyên ji Şehba, Efrîn û Helebê tevlî çalakiyê bûn.
Di çalakiyê de yek ji fermandarên YPG’ê Şervan Efrîn axivî û got:
“Di Şoreşa Rojava de, bi hezaran ciwan ji hemû pêkhateyan tevlî vê şoreşê bûn.
Di oxira şoreşê û ji bo pêkanîna azadî û demokratiyê de parçeyek laşê xwe kir qurban.”
Paşê Saziya Birîndarên Şer a Şehba şanoyek bi navnîşan “Berxwedan jiyan e” pêşanda.
Piştre koma muzîkê derketin ser dikê û beşdaran xelekên govendê li ber gerandin.
Di dawiyê de diyarî li endamên Saziya Birîndarên Şer a taxa Şêxmeqsûd a Helebê hatin belavkirin.