Hêzên Parastina Civakê HPC: Şerê gelê şoreşgerî rêbaza serkeftinê ye

Hêzên Parastina Civakê li navçeya Tirbespiyê ya kantona Qamişlo civînek ji endam û şêniyan re lidar xist.
Di civînê de behsa girîngiya xurtkirina pîvana erka xweparastinê ji bo parastina herêmê ji êrişan, hate kirin.

Civîn li hola Siyahî ya bakurê navçeya Tirbespiyê hate lidarxistin.

Di civînê de ji rêveberên HPC’ê ya herêma Cizîrê Luqman Edhem axivî.

Edhem behsa girîngiya erka xweparastin û girîngiya wê ji bo pêkanîna şerê gel ê şoreşgerî kir .

Edhem da zanîn ku Êdî Şoreşa Rojava destkeftiyan ji hemû gelên herêmê re bi dest dixe û got :

“Hevgirtina pêkhateyan hemû êriş têk bir û terorîst jî bi bin ketin.”

Endamên ku tev li civînê bûne, destnîşan kirin ku wan ji bo parastina axê û gel çek rakirine û teqez kirin ku şerê gel ê şoreşgerî misogeriya serkeftinê ye.

Back to top button