
Dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê gundê Bêlûniyê yê Herêma Şehbayê topbaran kirin.
Nêzî 5 obîs li wê deverê ketine û zirarên madî çêbûye.
Li gorî agahiyên ji herêmê hatine bidestxistin, duh dagirkern gundê Bêlûniyê yê Herêma Şehbayê topbaran kirin.
Nêzî 5 obîs li wê deverê ketine û zirarên madî çêbûye.
Her wiha roj derbas nabe ku dewleta Tirk êrîşî gundên navçeyên Efrîna dagirkirî nekin.
Artêşa dewleta Tirk a dagirker gundê Bênê yê navçeya Şêrawa ya Efrînê topbaran kir.
Li gorî agahiyan zêdeyî 60 obîs li gund û zeviyên çandiniyê yên gundiyan ketine.