“Divê rola ciwanan di çareserkirina aloziya Sûrî de diyarker be”

Meclisa Ciwanan a Partiya Sûriyeya Pêşerojê têkildarî rola ciwanan di çareserkirina aloziya Sûriyeyê de panelek li dar xist.

Panel li hola Çand û Hunerê ya li bajarê Tebqayê bi amadebûna endamên meclisên ciwanan ên Tebqa, Reqa, Minbic û Dêrazorê yên Partiya Sûriya Pêşerojê hat lidarxistin.

Serokê meclisa Tebqa ya Partiya Sûriya Pêşerojê Ehmed El Xelef axivî û got:

“Berpirsyariyeke nîştimanî ya mezin dikeve ser milê hêzên siyasî.

Divê dengên ciwanan û daxwazên wan ên pêkanîna guhertin û vekirina têkiliyên nû neyên paşguhkirin.

Piştî axaftinan panel bi encamnameyekî bi dawî bû.

Cîgira berdevka Meclisa Giştî ya Partiya Sûriyeya Pêşerojê Bêrîtan Roj encamname xwend û got:

“Divê rola ciwanan di warê nîştimanî, avakirina civakeke saxlem a dûrî nijadperestiyê û belavkirina fikrê demokratîk û avakirina Sûriyeyeke nenavendî ya pirreng de were xurtkirin.”

Back to top button