Dagirkeran bi çekên giran gundê Mişêrfê û rêya M4 topbaran kirin

QSDê berxwedanê didomîne û nahêle çete bi pêş de biçin, lewra Artêşa Tirk a dagirker û çeteyên xwe dîsa êrîşên dijwar bir ser gundê Mişêrfê û rêya M4 yên li Eyn Îsayê.

Şevê din, artêşa Tirk a dagirker bi çekên giran êrîşî gundên Mişêrfê û Cehbet ên yên rojhilatê Eyn Îsayê kirin.

Şervanên QSD’ê di çarçoveya mafê parastina rewa de bersiva êrîşan dan.

Komên çete ku nikarin bi pêş de biçin, bi çekên giran êrîşî herdu gundan dikin.

Fermandarekî QSD’ê diyar kir ku berî 2 rojan li van gundên navborî, 12 çete hatin kuştin.

Back to top button