Rêxistinên siyasî: Em berxwedana QSD’ê li Eyn Îsayê silav dikin

Komeleya Sûriyan a Demokrat a Laîk li Siwêda û Desteya Koordînasyona Nîştimanî jî, êrîşên dagirkeriyê şermezar kirin û berxwedana QSD’ê silav kir.

Komeleya Sûriyan a Demokrat a Ilmanî li Siwêdayê û Desteya Koordînasyona Nîştimanî-Tevgera Guhartina Demokrat, derbarê êrîşên li ser Eyn Îsayê de daxuyanî da.

Rêxistinên siyasî diyar kir ku plana Rûsya û hikumeta Şamê, zexta li ser QSD’ê bi rêya êrîşên dewleta Tirk e, da ku Eyn Îsayê radestî hikumtê bike.

Herdu aliyan hişyarî da, ku eger ev pêk hat, dê heman planê li Qamişlo, Hesekê, Kobanê û Minbicê jî dubare bikin.

Back to top button