
Li Ezaz û Efrînê yên dagirkirî di navbera komên çeteyên Tirkiyê de, şer çêbû û gelek çete birîndar bûn.
Li gorî agahiyên ajansa nûçeyan ANHA’yê, şevê din komên çete li bajarê Ezazê li ser parvekirina diziyan bi hev ketin.
Şer li kolana Bazara Xezbeyan a li naverasta bajêr rû da, çeteyan çekên navîn û bombeyên destan bi kar anîn.
Di şer de, kêmanî 5 çete birîndar bûn.
Li gundê Çolaqa yê navçeya Cindirêsê ya Efrînê jî, çeteyên Firqet El-Hemzat û Ehrar El-Şam bi hev ketin.