Piştî serokê DYA Biden hat li ser rêveberiya welat bi mehekê peywendiya telefonê bi Netanyahu re encam da. Lîderên herdu welatan îşaret bi xurtkirina peywendiya navbera Îsraîl-DYA de kir.
Nivîsgeha serokwezîrtiya Îsraîlê li ser mijarê daxuyaniyek nivîskî da.
Nivîsgehê ragihand ku di navbera Biden û Netanyahu de peywendiyek telefonê encam daye.
Di daxuyaniyê de îşaret bi pêvajoya aramkirina danustandinên Îsraîl yên bi welatên Ereb re hat kirin û ji bo domandina vê pêvajoyê jî xebatek hevpar wê were meşandin.
Her wiha lîderan li ser “gefên Îran” û geşedanên li dawî yên li herêmê jî nîqaşkirine û li ser vê yekê jî daxwaza dewamkirina goftogoyan hatiye kirin.
Berdevka Koşka Spî Jen Psaki di daxuyaniya çapemeniyê ya 11’ê Sibatê de diyar kir ku wê di navbera Biden û Netenyahu de peywendiyek di dema kin de pêk were.
Direngmayîna vê peywendiyê di nava çapemeniya Îsraîl û DYA’yê de bûbû yek ji mijarên herî sereke û pirsa gelo Biden li hember Îsraîl wê polîtîkayên xwe biguhere yan na.