Şêniyên Minbicê: Li dijî tecrîdê em ê têkoşîna xwe bidomînin

Çalakiya konvedanê di 18’ê Tebaxê de ji aliyê Meclisa Malbatên Şehîdan a Minbicê ve hatibû lidarxistin, bi dawî bû.
Şêniyên Minbicê li dijî tecrîdê banga bilindkirina asta têkoşînê kirin.

Di roja 3’yemîn a çalakiyê de şêniyên Minbicê, endamên saziyên sivîl û leşkerî beşdarî çalakiyê bûn.

Hevserokê Meclisa Malbatên Şehîdan a Tebqayê Ebdulhekîm El Hisên diyar kir ku şêniyên Bakur û Rojhilatê Sûriyê ji vir banga azadiya fîzîkî ya Rêber Apo dikin.

Ebdulhekîm El Hisên destnîşan kir ku divê rewşa tenduristiya Rêber Apo zelal bibe.

El Hisên anîziman ku Rêber Apo ji bo biratiya gelan xwe feda kir lewma divê em xwedî li projeya wî derkevin.

Di dawiya çalakiyê de bang li rêxistinên mirovî, mafên mirovan û CPT’ê kirin ku ji bo bidawî kirina tecrîdê erkên xwe bicih bînin.

Li Minbicê ji bo şikandina tecrîdê kon hat vedan

Back to top button