BI HATINA ZIVISTANÊ RE REWŞA KOÇBERÊN TIWÊHÎNA ZEHMETIR DIBE

Azarên koçberên kampa Tiwêhîna ya li bakurê rojavayê bajarê Tebqayê bi zêdebûna barîna baranê û sarbûnê re zêde dibin.

Ji ber barîna baranê ya zêde bi sedan kon di bin avê de man, ji ber wê koçber di nîvê şevê de neçar man ji bin konên xwe derkevin.

Ev bûyer li ber çavên rêxistinên mirovî pêk hat bêyî ku alîkariyê pêşkêş bikin.

Koçberê bi navê Mizewêd Miteb Ubêd diyar kir ku ji ber barana zêde konê wan di bin avê de ma.

Her wiha teqez kir ku rêxistinên ku li kampê kar dikin tu alîkarî pêşkêş nekirine.

Endamê rêveber ê kampê Ehmed Elî diyar kir ku bi hatina zivistanê re rewşa koçberan zehmetir dibe.

Ehmed Elî bang li rêxistinên mirovî kir ku rewşa koçberan di ber çavan re derbas bikin.

Leave a Reply

Back to top button