Parlementerên HDP’î yên li dijî tecrîdê di Nobeda Edaletê de ne, gotin “Divê tavilê dengê Birêz Ocalan bê bihîstin. Heta ku ev nebe, em ê li her qadê çalakiyan bikin.”
Nobeda Edaletê ya Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ya li ber Wezareta Edaleta Enqereyê di roja 16’an dewam kir
Li dijî tecrîdê, îro jî Parlamenterên HDP’ê li ber Deriyê Dîkmenê yê Meclîsê kombûn û daxuyanî dan.
Parlamentera HDP’ê ya Amedê Remziye Tosûn li cihê çalakiyê axivî û diyar kir ku li Îmraliyê tecrîdeke giran heye.
Remziye Tosûn anî ziman desthilata AKP-MHP bi israra xwe ya tecrîdê siyaseteke qirêj dimeşîne û got:
“Hewl didin bi rêya tecrîdê siyasetê dîzayn bikin.”
Remziye Tosûn: Ger agahî ji Ocalan bê girtin wê pêvajoyekî nû dest pê dike
Di dewamê de Parlamenter Remziye anî ziman divê deriyên Îmraliyê werin vekirin û raya giştî têkildarî rewşa tenduristî û ewlehiya Rêber Apo were agahdarkirin.
Remziye Tosûn: Heta tecrîd bi dawî nebe wê çalakiyên me dewam bin
Parlamentera HDP’ê ya Amedê Remziye Tosûn dawî bang li Wezareta Edaletê kir ku li dijî tecrîdê tavilê bikeve nava liv û tevgerê û got:
“Heta ku ev yek pêk tê jî wê çalakiyên me yên li her qad, kolan û meydanan bidomin.
Derbarê tecrîdê de Parlamenterê HDP’ê yê Stenbolê Erol Katircioglû jî avixî û bi lêv kir ku wê ji bo rakirina tecrîdê israra xwe bidomînin