Ozel dosyaya trolên Soylu eşkere kir

Wekîlê Serokê Koma CHP’ê Ozgur Ozel diyar kir ku Wezîrê Karên Hindirîn Suleyman Soylu artêşa trolan ava kiriye û belgeyên li ser mijarê eşkere kir.

Wekîlê Serokê Koma CHP’ê Ozgur Ozel li Meclisê civîna çapemeniyê li dar xist.

Ozel di civînê de dosyeya têkildarî Wezîrê Karên Hindirîn Suleyman Soylu ku amade kiribû, bi raya gişti re parve kir.

Ozel destnîşan kir ku ji roja Soylu bûye Wezîrê Karên Hindirîn heta roja îro artêşa trolan ava kiriye.

Anî ziman ku Emîn Şen ê serşêwirmendê Soylu, bajêr bi bajêr di bin navê “perwerdehiya medya civakî” de perwerdeya troliyê daye endam û rêveberên AKP’ê.

Ozel belgeyên trolên Soylu yek bi yek parve kir û têkildarî şirketên Emîn Şen û şirîkên wî agahiyan belav kir.

Wekîlê CHP’ê Ozel diyar kir ku bi navê “Tevgera Ebabîl” a girêdayî Soylû bi artêşek trol a 8 hezar kesî re dixebitin û Emîn Şen serkêşiya vê artêşa troliyê dike.

Ozel hûrguliyên vê şebekeyê ango artêşa trolan vegot û paşê pirsên rojnamevanan ên têkildarî mijarê bersivand.

Back to top button