Di nava 3 mehan de fermandarê duyemîn li ser kare

Di şerê li Ukrayna de êdî Serokê Rûsya serketinê dixwaze.
Êrişa biçekên giran û zextên li ser leşkeran jî heta niha nekariye daxwazên xwe pêk bîne.
Putin ya ji vê yekê êdî aciz bûyî, di nava sê mehan de, cara duyemîn fermandarê hêzên xwe yên li Ukrayna guhert.
Êdî generalê Rûsî Garasîmov ji bo şerê li herêmê hatiye erkdarkirin.

Serokê Rûsyayê Vladimir Putin beriya sê mehan, fermandarê hêzên li Ukrayna guhertibû.

Sererkanê Serfermandariyê Valeri Gerasimov wê şerê ku Putin jê re dibêje “operasyona leşkerî ya taybet” bi rê ve bibe.

Garasîvom êdî ji hêzên Rûsya yên li Ukrayna berpirsyar e

General Gerasimov kete şûna Sergey Surovikin.

Di sê mehên piştî ku General Surovikin dest bi wezîfeyê kirî de, êrîşên li ser binesaziya enerjiyê ya Ukraynayê zêde bûn.

Di daxuyaniya Wezareta Parastinê ya Rûsyayê ya derbarê ji nûve erkdarkirinê de hat destnîşankirin ku tayînkirina general Gerasîmov “ji bo pêkhateyên cuda yên di nava hêzên çekdar de organîzetir û bi bandortir tevbigerin” hatiye kirin.

Hin pispor vê veguhertinê wekî nîşanek dihesibînin ku dibe Surovikin hêzek pir zêde bi dest xistibe.

Analîstê leşkerî Rob Lee li ser hesabê xwe yê Twîtterê peyamek parvekir û got:

“Surovikin pir bi hêz dibû.

Li herêma Soledar û Bahmutê şerê hesabên nû

Dibe ku ew li gel Putin di axivî, Wezîrê Parastinê yê Rûsyayê Sergey Şoygu û Serfermandarê Rûsyayê Gerasimov xwe di avêtin nava mijarê.”

Diyarkirinên nû yên leşkeran ya doh jî di bin siya şerekî dijwar yê li Soledarê de pêk hat.

Koma Wagner ya Rûsî îdia dike ku hêzên wan bajarok kontrol kirine.

Piştî ku serokê komê Yevgeni Prigozhin roja Sêşemê ev îdia parve kir, ji Wezareta Parastinê ya Rûsyayê daxuyanîyek hat dayîn ku ev yek piştrast nekir.

Doh Prigojin careke din îdîaya li ser hesabê xwe yê Telegram dubare kir.

Tê gotin girtina Soledar ji bo Kremlin serkeftinek e.

Ev yek hem ji hêla leşkerî û hem jî ji hêla propaganda ve.

Putin hewil dide bi rêya vê yekê kêmek jî be rexneyên li dijî wî tên kirin sivik bike.

Pevçûnên li derdora Bahmutê bi mehane dewam dikin.

Pisporên leşkerî diyar dikin ku Rûsya bi rêya kontrolkirina va herêman hewil dide, bide xuyakirin ku artêşa wê dikare ser bikeve.

Back to top button