Di navbera Êrîvan û Moskowê de aloziya Bakû yê

Rewşa li Qerebaxê hêrsa Ermeniyan a li dijî rêveberiya welat zêde dike.
Ev yek dihêle hikumeta Êrîvanê di mijara Qerebaxê de Rûsya tengav bike.
Rûsyayê Ermenîstanê bi têkçûna hevdîtinên aştiyê yên bi Azerbaycanê re sûcdar kir.

Berdevka Wezareta Karên Derve ya Rûsyayê Mariya Zaxarova diyar kir ku wan ji Ermenîstanê redkirina hevdîtina plankirî ya Kanûna borî ya li Moskowayê wergirtiye.

Mariya Zaxarova got;

Ev biryara Ermenîstanê hevdîtinên aştiyê yên bi Azerbeycanê re têk biriye.

Zaxarova anî ziman ku Ermenîstan bi awayekî nelihev tevdigere û diyar kir ku helwesta Êrîvanê nirxandinê zehmet dike û ev tişt anî ziman:

“Eger hevkarên me yên ermenî bi rastî jî dixwazin ji pirsgirêkê re çareseriyekê bibînin, girîng e ku em bi hev re xebatên xwe bidomînin.”

Daxuyaniyên Zaxarova wiha hatin şîrovekirin ku têkiliyên Moskow-Êrîvanê di dema şerê Ukraynayê de dest pê kiriye.

Di daxuyaniyên xwe yên dawî de Ermenîstan jî gazind kir ku di şerê bi Azerbaycanê re têra xwe ji Moskovayê piştgirî wernegirtiye.

Ermenîstan herî dawî ji tetbîqata leşkerî ya Rêxistina Peymana Ewlekariya Kolektîv (CSTO) ya bi pêşengiya Rûsyayê ku ji bo sala 2023’an li ser xaka wê hatibû plankirin, vekişiya.

Serokwezîrê Ermenîstanê Nîkol Paşînyan yê ku sedema vê şîrovenekirî biryara xwe wek “di rewşa heyî de negunca” nirxand.

Pirsgirêka Qerebaxê çi ye?

Piştî hilweşîna Yekîtiya Sovyetê ermeniyên li Qerebaxa Çiya serxwebûna xwe ji Azerbaycanê ragihandin.

Lê ev herêm ji aliyê civaka navneteweyî ve nehat naskirin.

Di şerê bi dehan salan li herêmê de 30,000 kes mirin.

Şerê di navbera Azerbaycan û Ermenîstanê ku Îlona 2020’an despê kirî, bi navbeynkariya Rûsyayê rawestiaybû.

Hêzên ermenî neçar bûn ji beşên mezin ên Qerebaxê vekişin.

Di çarçoveya peymanê de hêzên aştiyê yên Rûsyayê li Qerebaxê hatin bicihkirin.

Aloziya dawîn a di navbera Azerbaycan û Ermenîstanê de, dawiya sala 2022’an rûdabû.

Azeriyên ku dibêjin ew çalakvanên avhewayê ne, tekane rêya ku Ermenistan û Qerebaxê girêdide girtin.

Hikumeta Êrîvan ya dema ku dewleta Azerbaycanê ji bûyeran berpirsyar dît, ji ber Rûsya pêşî li vê yekê negirt jî bertek nîşan da.

Back to top button