Gera Biden ya bo welatên Rojhilata Navîn despê kir

Serokê Amerîkayê ji dema bûyî serok heya niha, cara yekem berê xwe dide Rojhilata Navîn.Tê payîn Biden destpêkê biçe Îsraîlê.

Gera serokê Amerîkayê Joe Biden ya ji bo Rojhilata Navîn destpê kir.

Li gorî medya Amerîkayê wê Joe Biden destpêkê serdana Îsraîlê bike.

Rêveberiya Tel Evîv jî hewil dide di serdana Biden de, tevneke hevbeş ya li dijî Îranê çêbikin.

Her wiha asankirina têkliyên navbera Îsraîl û welatên Ereban de jî heye.

Piştî Îsraîlê, di plansaziya Biden de, serdanên bû Filistîn û Erebîstana Siûdî jî heye.

Wezareta Karê Derve ya Amerîkayê jî dibêje, armanca serdanê, xurtkirina peywendiyan, têkbirina êrişan bi taybet metirsiya Îranê ye.

Back to top button