Tevgera Jinên Kurd a Navnetewî yên li Rûsyayê bi daxuyaniyeke nivîskî êrîşên li ser jinan û saziyên jinan şermezar kir. Tevgerê diyar kir ku desthilatdariya AKP û MHP’ê li dijî jinan e û nûnertiya nasnameya faşîst dike.
Di daxuyaniya Tevgera Jinên Kurd a Navnetewî yên li Rûsyayê de ev tişt hate diyarkirin:
Hikumeta AKP û MHP’ê rûyê xwe yê faşîst her roj nîşan dide.
Di demên dawîn de kujerên tecawizkar û dijminên gel berdane û dijminatiya li ser jinan careke din nîşan dane.
Jinên ku roj bi roj bi berxwedanê xurt dibin û pêşengiya jiyanê dikin, bûne kabûsên feraseta mêrane ya AKP û MHP’ê.
Herî dawîn endamên Komeleya Jinan a Rosayê û çalakgerên TJA’yê girtin.
Ev êrîş li dijî hemû jinan hatiye kirin.
Bi hêza xwe ya rêxistinbûyî, em ê van êrîşan pûç bikin.
Tevgera Jinên Kurd a Navnetewî yên li Rûsyayê dawiya daxuyaniyê ev tişt got:
Em êrîşên li ser jinan şermezar dikin, dixwazin endamên Komeleya Jinan a Rosayê û çalakgerên TJA’yê werin berdan.
Em bang li hemû jinan û rêxistinên jinan dikin ku, li hemberî van êrîşên li ser jinan dakevin qadên berxwedanê.