Siyasetmedarên Sûrî: Ev lihevkirina wê zirarê bighîne gelê Sûrî

Siyasetmedar û rojnamegerên Sûrî destnîşan kirin ku lihevkirineke gengaz navbera hikumeta Şamê û dewleta Tirk de, wê ne nekeve xizmeta Sûriyê de û dê zirarê bighîne gelê Sûrî. 

Tirkiyê ji bo têkbirina Rêveberiya Xweser hewl dide bi hikumeta Şamê re lihevkirinê pêk bîne.

Derbarê vê mijarê de siyasetmedar û rojnamegerên Sûrî ji Ajansa Hawarê re nirxandin kirin.

Sekreterê Giştî yê Tevgera Nîştimanî ya Kurd a Guhertina Aştiyane, Elî Omerî got:

“Tirkiyê ji aliyê rejîmeke osmanî ve tê birêvebirin ku dixwaze rûmeta împeratoriya xwe vejîne.

Armancên wê li Sûrî hene, ew dixwaze ji Helebê bigire heta Lazqiyê û Mûsilê.”

Elî Omerî piştrast kir ku ew ê dagirkeriya dewleta Tirk li ser xaka Sûriyê ti carî qebûl nekin.

Çalakvana sivîl û rojnamevana Sûrî Însaf Silêtîn jî derbarê mijarê de axivî û ev tişt anî ziman:

”Li ser vê lihevhatinê, ji aliyê rayedarên Tirk ve di medyayê de propagandeyeke zêde heye.

Armanca wê ew e ku hemwelatiyên Sûrî tevlihev bike.

Û berê wan ji ser danûstandinên navbera Rêveberiya Xweser û hikumeta Şamê de tên kirin, bide alî.

Lihevhatina gengaz a dewleta Tirk û hikûmeta Şamê dê zirarê bide Sûriyan.”

Dawiya axaftina xwe de Însaf anî ziman ku tişta ku me dike yek ji ya ku me ji hev cuda dike zêdetir e.

Yek ji rêveberiya Şepêla Rêya Guhertina Aştiyane yê muxalif, Fatih Camûs jî derbarê mijarê de axivî.

Fatih Camûs bal kişand ser erkên ku ji pêşengên Sûriyê tên xwestin û got:

“Divê bangewaziyeke rasteqîn a meşandina berxwedanê li hember dagirkeriyê li gel bê kirin.

Pêwîste her kes tevli vê berxwedanê bibe, ne tenê aliyê mîna MSD yan jî QSD’ê.

Û ev berxwedan jî divê ne ji bo razîkirina hin aliyan be, divê li hember xetereyên Tirkiyê be.

Di dawiyê de, Fatih Camûs daxwaz li pêkhateyên herêmê kir ku li hember planên dewleta Tirk hevgirît bin.

Back to top button