Hevşaredarê Qereçobanê Ûgûn hat binçavkirin

Weke her sibeh, îro jî polîsên AKP’ê avêtin ser Şaredariya HDP’ê ya Qereçoban û Hevşaredar Halît Ûgûn binçav kir. 

Polîsên AKP’ê îro jî berê xwe dan şaredariya HDP’ê ya Qereçoban a Erziromê, dor li avahiyê girtin, lêgerîn pêk anîn û Ûgûn binçav kirin.

Parlamena Netherlandê zextên li ser HDP’ê şermezar kir

Ev zextên li ser HDP’ê bi pêşnûmeyekê li Parlamena Netherlandê jî, bûn rojev.

Di nîqaşan de zextên li ser HDP’ê hatin şermezarkirin û hat ragihandin ku girtina rêveberên HDP’ê li pêşiya demokratîkbûnê dibe asteng.

Wekîlên Netherlandî bi bîr xistin ku Hevserokê berê yê HDP’ê Selahattîn Demîrtaş li gel biryara Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê jî, hîna girtî ye.

Parlamenê ev helwesta dewleta Tirk şermezar kir û xwest ku li ser asta Yekîtiya Ewropayê ji bo berdana siyasetmedarên girtî hewldan bên kirin.

Back to top button