Li Serê Kaniya dagirkirî termekî kuştî hat dîtin

Li herêmên dagirkerî rojane sûcên dagirkeriya Tirk eşkere dibin û herî dawî li Serê Kaniya dagirkirî termê kesekî nenas ku hatibû binaxkirin, hat dîtin.

Navenda Çavdêriya Sûrî ya Mafên Mirovan ragihand ku Duşemê li Serê Kaniya dagirkirî termê kesekî nenas ku di avahiykê de hatibû binaxkirin, hat dîtin.

Li gorî Çavdêriyê, ev term ji aliyê qaşo “polîsa leşkerî” ya girêdayî çeteyên dewleta Tirk a dagirker ve, hatiye dîtin û heta niha ti agahiyên der barê nasnameya wî, nehatiye diyarkirin.

Back to top button