Rêveberiya Xweser di salvegera xwe ya 3. de hate pîrozkirin. Di pîrozbahiya ku li Reqayê pêk hate de, bi sedan ji endamên û saziyên Rêveberiya Xweser, QSD’ê, Hêzên Ewlekariya Hundirîn û şêx û rûspiyên herêmê, amade bûn. Di peyamên hatin dayîn de careke din projeya Rêveberiya Xweser ji bo çareseriya aloziya Sûrî weke modela herî guncaw hate destnîşankirin.
Rêveberiya Xweser ya Bakur û Rojhilatê temenê xwe yê 3 salî tejî kir.
Bi vê boneyê, Meclisa Rêveber a Rêveberiya Xweser şahiyek li bajarê Reqayê lidar xist.
Di şahiya li hola civînan a meclisê de, Hevserokên Meclisa Rêveber a Rêveberiya Xwerser, hevserokên meclisên rêveber û zagonsaz ên rêveberiyên sivîl û demokratîk, ji fermandarên QSD’ê û rêveberên Hêzên Ewlehiya Hundirîn, rûspî û şêxêlên Reqayê amade bûn.
Şahî bi axaftina Hevserokên Meclisa Rêveber a Rêveberiya Xweser Ebid Hamid El-Mihbaş û Bêrîvan Xalid dest pê kir.
Hamid El Mihbaş: Projeya Rêveberiya Xweser çareseriya herî îdeal e ji aloziya Sûrî re
Ebid El-Mihbaş diyar kir ku projeya Rêveberiya Xweser, ji bo aloziya Sûrî çareseriya herî guncawe.
El-Mihbaş ji bo dîtina çareseriyeke ji aloziya li Sûrî re, bang li hemû alî û hêzên siyasî yên dûrî ajandayên derve kir ku bi rengekî aştiyane tev bigerin.
Hevseroka Meclisa Rêveber a Rêveberiya Xweser Bêrîvan Xalid jî salvegera 3. a damezrandina Rêveberiya Xweser pîroz kir.
Bi navê Hêzên Sûriya Demokratîl QSD’ê fermendar Arzî Hesen axivî.
Fermandar Arzî Hesen diyar kir ku bi saya xwîna hezaran şehîdan, herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê ji DAIŞ’ê hatin rizgarikirin û heta niha jî ji bo parastina herêmê ji êrîşên dagirkeriya Tirk xwîn tê rijandin.
Piştî axaftinan senevizyonek der barê kar û xebatên Rêveberiya Xweser yên 2020’an hate pêşanda.
Di dawiyê de, hevserokên Meclisa Rêveberiya Xwerser, QSD, YPG, Saziya Malbatêb şehîdan, gaziyên şer û Hêzên Ewlehiya Hundirîm, xelat kir.