“Firotina balafirên F-16 tenê tê wateya zêdebûna kuştinan”

Li Amerîkayê beşek ji endamên Kongresê li dijî wê yekêne ku balafirên F-16 ji bo Tirkiyê werin firotin.
Li gorî wan dewlendkirina Tirkiyê di warê balafirên şer de, wê rewaşa li herêmê aloz bike û rê li ber zêdebûna kuştina mirovan veke.

Serokê Amerîkayê Joe Biden, di civîna dawî ya NATO de ragihand ku ew alîgirê firotina balafirên F-16 ji bi Tirkiyê ye.

Biden ev yek jî beramberê erêkirina Tirkiyê ji bo endametiya Swêd û Fînlandiyayê eşkere kir.

Lê diyare ku Kongresa Amerîka mîna Biden nafikire.

Bi rojane endamên kongresê ji herdû partiyan, nameyan ji bo Biden û Wezîrê Kar Derve Blinken re dişînin.

Û têde wan hişyar dikin da ku rê nedin firotina balafiran.

Endamê Meclisa Nûneran ê Partiya Demokrat Chris Pappas diyar kir ku fikarên wan hene Tirkiyê van balafiran ji bo binpêkirina serweriya Yûnanistanê bikar bîne.

Endamê Demokrat Frank Pallone jî tevî 28 senatoran name ji bo Biden şandin û dijberiya xwe a li hemberî firotina balafirên F-16 anîn ziman.

Di nameya senatoran de şefê rêjîma Tirk Erdogan weke berjewendî-prest tê binavkirin û tê gotin;

Firotina balafiran ji bo Tirkiyê wê Erdogan neke hevalbendeke baş ji bo Amerîkayê.

Firotina balafiran, li herêmê tenê wê rê li ber zêdebûna kuştina mirovan veke.

Back to top button