300 çeteyên Heyet Tehrîr Şam li gundên Şêrawayê belav bûn

300 çeteyên Heyet Tehrîr Şam a di lîsteya terorê de, li gundên navçeya Şêrawa ya Efrîna dagirkirî, hatin belavkirin.

Ajansa Nûçeyan a Hawarê, ragihand ku ev çete li gundên Şêx Eqîl, Fafirtîn û Kibêşînê belav bûne.

Heman çavkaniyê diyar kir ku çeteyan bargehên xwe li gundê Bansirwe yê di navbera Kefer Enton û herêma Darit Ize û li gundê Qubtan Cebel ê rojavayê Helebê ava kirin.

Li gorî çavkaniyan, ji bo xapandina raya giştî, ev çete bi navê “Feyleq Şam” tev digerin.

Berî niha jî Hêzên Sûriya Demokratîk bi raporekê eşkere kiribû ku piştî lihevkirina bi çeteyên “Artêşa Niştîmanî” re, çeteyên Heyet Tehrîr Şam, herêmên başûr û rojavayê Efrînê ya dagirkir kontrol dikin

Back to top button