Hêzên Îsraîlê di nav du rojên dawî de 6 Filistînî kuştin

Hêzên ewlehiyê yên Îsraîlê di nava du rojan de gelek caran êrişî Filistîniyan kir.
Di encama êrişên 2 rojan de 6 Filistînî hatin kuştin.

Rayedarên Felestînî ragihandin, hêzên ewlehiyê yên Îsraîlê duh êrişî kampa penaberan a cenînê kirine.

Di êrişê de 4 filistînî hatin kuştin, sîh kesên din jî birîndar bûn.

Gorî agahiyan di nav kesên hatine kuştin de 3’ê kes endamê rêxistinên berxwedanê yên Filistînê ne.

Her wiha li gorî aghaiyan hêzên Îsraîlê Filistînîyekî 19 salî li bajarê Erîhayê, kuştine.

Hate ragihandinê ku ciwanê 19’salî gule di serê xwe de xwariye û jiyana xwe ji dest daye.

Filîstîniyeke din jî di xwepêşandanên roja Sêşemê yên li ser sînorê Gazze û Îsraîlê de hat kuştin.

Bi vê yekê re hêjmara Filistîniyên ku ji aliyê Îsraîlê ve hatine kuştin derkete 6 kesan.

Artêşa Îsraîlê jî ragihand ku li kampa cenînê şer derketiye, lê derbarê mijarê de agahiyek berfireh neda.

Îsraîlê diyar kir dema ji kampê derdiketin êrîşeke bombeyî li dijî hêzê wan pêk hatiye, lê tu ziyan negihîştiye hêzên wan.

Li gorî daneyên Navenda Mafên Mirovan heta niha nêzî 11 hezar Filistînî ji aliyê hêzên Îsraîlê ve hatine kuştin.

Hejmara îsraîliyên ku ji aliyê Filistîniyan ve hatine kuştin jî nêzî hezarî ye.

Hêzên Îsraîlê êrişî kampa Cenînê kir, 5 Filistînî birîndar bûn

Back to top button