Amerîka û welatênkendavê: Em pebendî biryara NY a 2254’in

Welatên Kendavê û DYA di şerê li Sûrî de hemfikrin.
Ev fikrê wan di civîna li New Yorkê pêk hat de careke hate ragihandin.
Aliyan ji bo çareseriya aloziya li Sûrî îşaret bi biryara NY a 2254 kirin.
Her wiha piştevaniya hêzên koalîsyonê ya li dijî DAIŞ’ê kirin.

Meclisa Hevkariyê ya Kendavê û Dewletên Yekbûyî yên Amerîka (DYA) diyar kir ku ew hewl didin çareseriyeke siyasî ya giştî ji krîza Sûriyê re li gorî biryara 2254′an a NY’yê pêk bê.

Ev yek ji bo yekitiya Sûriyê û serweriya wê were parastin û daxwazên gel pêk bên.

Li New Yorkê ya DYA′yê civînek hate lidarxistin, di civînê de wezîrên karên derve yên dewletên Meclisa Hevkariyê ya Kendavê û Wezîrê Karê Derve yê DYA’ê Anthony Blinken û sekreterê giştî yê Meclisa Hevkariyê Casim Mihemed El Bedêwî amade bûn.

Wezîran di civînê de gotin,

Ew girêdayî destkeftiyên civînên wezaretan ên berê ne.

Herî dawî civîna wezaretan a 7′ê Hezîrana 2023′an hatibû lidarxistin.

Wezaretan dosyayên Yemen, Filistîn, Kuwêt, Iraq û Sûriyê nîqaş kirin.

Wezîran hewldanên Ereban ên çareserkirina krîzê li gorî biryara 2254′an pêşwaz kir.

Welatên kendavê piştevaniya koalîsyona li dijî DAIŞ’ê kir

Wezîran piştgiriya xwe ji hêzên DYA’yê û yên Koalîsyona Navneteweyî li dijî çeteyên DAIŞ′ê li Sûriyê tê dikoşin, nîşan da û gefên li ser ewlehiya wan hêzan şermezar kirin.

Têkildarî penaber û koçberan her du aliyan got, divê rewşên guncaw ji bo vegera ewle û dilxwaz ji penaber û koçberên hundirîn re li gorî pîvanên NY′yê werin amadekirin .

Herwiha destek ji bo penaberên Sûrî û dewletên wan pêşwazî dikin, werin pêşkêşkirin.

Wezîran banga xwe ya agirbesta giştî li tevahî Sûriyeyê dubare kir û got, divê alîkariyê bigihînin tevahî Sûriyiyan.

Back to top button