Li Parlamentoya Spanya gavek dîrokî

Di dîroka Spanyayê de yekem car li Parlamentoyê zimanên Baskî, Katalanî û Galîsyayî hatin axaftin.

Katalanî, Baskî û Galîsî yên ku li Îspanyayê wek zimanên hevpar tên qebûlkirin, di dîroka welêt de cara destpêkê li parlamentoyê hatin axaftin.

Bi biryara Dîwana Meclîsê re, zimanên hevpar ên fermî yên Spanyayê, Baskî, Katalanî û Galîsî ku berê tenê li meclîsên herêmî, saziyên fermî û dibistanên herêmê hatin bikaranîn, di parlementoyê de cih girt.

12 wergêr û alavên teknîkî yên nû ji bo parlamena welêt ji bo bikaranîna zimanên hevpar hatin kirîn.

Dema ku şîroveyên li ser bikaranîna zimanan wekî ‘rojeke dîrokî’ dihatin kirin, Miriam Nogueras ji partiya serxwebûnê ya Carles Puigdemont Junts per Catalunya bi zimanê Katalanî axivî û got:

“Êdî li vê derê de wê ji kesên Katalanî diaxivin re rêz were girtin.”

Back to top button