Meclisa Giştî ya PYD′ê salvegera xwe ya 20 an li tevahî şehîd û malbatên wan û tevhî pêkhateyên herêmê pîrozkir kir.
PYD′ê diyar kir ku pêkanîna azadiya Rêber Ocalan ji karên wan ên pêşîn e.
Partiya Yekîtiya Demokratîk-PYD’ê boneya salavegera 20. ya damezrandina xwe daxuyaniyek da û salveger li şehîdan, gelên herêmê û endamên partiyê pîroz kir.
PYD’ê diyar kir di nava 20 salan de têkoşîneke mezin ya siyasî û civakî hate meşandin û destnîşan kir ku piştgiriya mezin a civaka Kurdistan, Sûriyê û Rojava hat qezenc kirin.
Di daxuyaniyê de li ser girîngî û armanca avabûna partiyê wiha hat gotin,
“Berî 20 salan partiya me li ser fikir û felsefiya Rêber Apo hat damezirandin.
Ji bo avakirina civakek exlaqî û siyasî û pêşxistina jiyana hevbeş navbera jin û mêr 20 sal tekoşîn da meşandin.
Ji destpêka damezirandina wê bi sedan endamên partiyê hatin girtin û rastî îşkence û tundiyê hatin û gelek jê gihaştin asta şehadetê.
Di destpêkê de şehîd Şîlan û hevrêyên wê û heta bi Ehmed Hisên, Osman Dadalî, Îsa Hiso û Xalid Kutê û yên din şehîd bûn.”
PYD: Pêkanîna azadiya Rêber Ocalan ji xebatên me yên pêşîne
PYD’ê diyar kir tecrîda li dijî Rêber Apo kiriyarên li dijî mirovahiyê ye û ji bo azdiya wî wê têkoşînê bidomînin û wiha dewam kir:
“Felsefeya Netewa demokratîk ya ku rêber Ocalan daniye ji bo çareserkirina tevahî pirsgirêkên Rojhilata navîn û bi taybetî ji bo aloziya Sûriyê ye.
Ji ber ku ev felsefeya azad ya Rêber Apo li tevhaî cîhanê belavbuye û dewletên kopmloger tecrîda giran li dijî wî didin meşandin.
Em soz didin ku pêkanîna azadiya Rêber Ocalan ji karên û xebatên me yên ên pêşîn e”
PYD: Çareseriya aloziya Sûriyê bi danûstandinên siyasî pêkan e
Her wiha PYD’ê şerê Sûriyê ku di Adara 2011’an dest pê kir bibîrxist û wiha dewam kir:
“Çareseriya aloziya Sûriyê dê bi rêya siyasî ya li gorî biryara 2254’an pêk were:
Em tekez dikin ku diyaloga Sûrî-Sûrî û bi pêşengiya Sûriyê bi ser bikeve.”
PYD’ê di dawiya daxuyaniyê de wiha got,
“Ji boparastina destkeftiyên şehîdan û gelên herêmê em û tekoşînê dewam bikin.”