KPC-D Li Helebê baxçeyek zarokan vekir

Komîteya Perwerde û Fêrkirinê ya Civaka Demokratîk (KPC-D) a Helebê li taxa Şêxmeqsûd bi navê “Gupikên Pêşerojê “baxçeyekî zarokan vekir.

Bexçe bi beşdariya rêveberên KPC-D′ê, saziyên sivîl û bi dehan kesan hat vekirin.

Piştî hefteyekê wê dewama fermî dest pê bike .

Baxçe wê Zarokên di navbera 3-6 salî de pêşwazî bike û navên wan qeyd bike.

Endama KPC-D′ê Zîlan Mihemed li ser giringiya perwerdeyê wiha axivî:

“Perwerde di qonaxa zarokatiyê de sûda xwe herî zêde ye.

Di vê qonaxê de mejiyê wan perwerdeyê qebûl dike.”

Em bi hemû rêbazan hewl didin nifşekî nû ava bikin,

Nifşekî bi ziman û çand xwe zana be.

Em ji bîr nekin jî ev hemû bi saya Rêber Apo û fedakariyên şehîdan pêk tê.”

Back to top button