Bafil Talabanî û Nûrî Malikî li bexdayê civiyan

Serokê YNK’ê Bafil Talebanî li Bexdayê bi serokê Hevpeymana Dewleta Yasa Nurî Malikî re civiya.
Talebanî ji Hikumeta Iraqê xwest ku sînorek ji bo binpêkirinên dewleta Tirk dane.

Serokê YNK’ê Bafil Talabanî li Bexdayê bi serokê Hevpeymana Dewleta Yasa Nurî Malikî re civiya.

Hat ragihandin, di civînê qala pirsgirêkên di navbera Hewlêr, Bexda û mûçeyê karmendên herêmê hatine kirin.

Hate diyar kirin êrişa dewleta Tirk a li ser balafirxaneya Erbet jî yek mijarên girîng yê civinê bûye.

Bafil Talebanî ji Hikumeta Iraqê xwestiye ku erkê xwe bicihbîne û rê li êrişan bigre.

Herwiha hate gotin, ti hêcetek ji bo derbaskirina qada hewayî ya xaka welat nîne.

Yehya Resul: Balafira ku êriş pêk anî ji Tirkiyê hatiye

Back to top button