Cenazeyê şehîd Yilmaz Ûzûn di qûtiyê de radestî malbata wî hat kirin

Dayika Yilmaz Ûzûn, Sona Ûzûn a ku piştî 3 salan cenazeyê kurê xwe di qûtiyê de wergirt destnîşan kir ku ji vê êşê girantir êşek tune ye.
Dayîk got ew ê bibin şopdarê têkoşîna şehîdên xwe.

Egît, Hakan û Yilmaz…

Heman çîrok, heman doz û heman êş..

Egît Îpek sala 2017’an,Hakan Arslan 2015 û Yilmaz Ûzûn sala 2020’an de şehîd bûn..

Cenazeyên her sê şehîdan di qûtiyê de radestî malbata wan hatin kirin.

Ev sûcên ku li Tirkiye bi destê desthilatdariyê tên kirin li ti derê cîhanê ne tên kirin ne jî qebûlkirin.

Piştî salên dirêj cenazeyên şehîdan di qûtiyan radestî malbatên wan tên kirin.

Yilmaz Ûzûn (Tolhildan Tekman) gerîlayê HPG bû.

Ew di sala 2020’î de li Sêrtê tevî 5 hevalên xwe di êrişeke esmanî ya dewleta Tirk de şehîd bibû.

Piştî 3 salan di 1’ê Îlonê Roja Aştiyê ya Cîhanê de radestî malbata wî kirin.

Cenazeyê Yilmaz piştî ku radestî malbatê hat kirin li Taxa Bastok a Erziromê di bin dorpêça leşkeran de hat definkirin.

Back to top button