Dewleta Tirk a dagirker Rojhilatê Babê da ber topan

Dagirkeriya Tirk êrişên xwe ên li dijî herêmê zêdekirine .
Di gelek deveran de, hewl dan bejahî derbasî hinek gundan bibin.
Ji Şehba heta Eyn Îsa û Minbicê li gelek deveran êrişên mezin pêk anîn.
Lê bi giştî jî êrişên wan hatin têkbirin.

Hemwextî operasyona “Xurtkirina Ewlehiyê” dagirkeriya Tirk êrişên xwe li dijî herêmê zêdekirine.

Bi taybet ji Minbicê , Eyn Îsa û heta bi Til Temir êrişên dijwar pêk tîne.

Çend caran hewl da derbasî çend gundan bibe, lê helwedanên wan hatin têkbirin û derbên giran xwarin.

Her weha dewleta Tirk a dagirker gundê Kawiklî yê rojhilatê bajarê Babê yê dagirkirî topbaran kir.

Lê agahiyên berfireh ên topbaranê nehatin bidestxistin.

Vê sibehê jî dewleta Tirk êrişî Til Rifetê ya li herêma Şehbayê kir.

Meclisa Leşkerî ya Minbicê: 23 Çeteyên dewleta Tirk hatin kuştin

Back to top button