Hestiyên Gerîlayekî şehîd di nava qutiyekî de radestî malbatê kirin

Dewleta Tirk bi hemû rêbazên qirêj bi nirxên gelê Kurd û mirovahiyê dilîze.
Û bi awayekî sîstematîk û zanebûn êrişî cenazeyên gerîlayan û goristanan dike
Hestiyên gerîlayekî şehîd careke din ji aliyê dewleta tirk ve di nava qutikê de radestî malbatê hate kirin

Dewleta tirk a ji mirovatiyê para xwe negirtiye careke din hestiyê gerîlayeke şehîd di nava qutiyê de radestî malbatê kirin.

Gerîlayê bi navê Yilmaz Ûzûn di bombebarana dewleta tirk a dagirker ya sala 2020’an de li Sêrtê şehîd bibû.

Tevî ku malbat ji bo teşhiskirina cenaze xwîn dabû û encamên wê derketibûn jî dewleta Tirk a qirker cenaze li goristana bêkesan veşartin.

Piştî 3 salan dewleta Tirk a hov cenazeyê şehîd Yilmaz Ûzûn bi awayekî dermirovî di nava qutiyekê de dan malbatê.

Bavê şehîd, Îbrahîm Ûzûn ê hestiyên lawê xwe di nava qutiyekê de wergirt got:

“Tevî ku di sala 2021’an de encam derketin jî agahî nedan me.

Piştre me daxwaznameyek da. Cenaze piştre teslîmî me kirin.”

Malbatê cenaze wergirt û bir navçeya Tatosê ya Erziromê.

Leşkerên Tirk nimêja cenaze qedexe kir

Li aliyê din hate zanîn ku ji bo cenazeyê Ûzûn leşkeran zext li keyayê gund û mele kirin e.

Hat gotin ku leşkeran li keya geriyane û jê re gotine ew ê destûr nedin ku nimêja cenaze li mizgeftê were kirin.

Dewleta Tirk bi zanebûn bi nirxên gelê Kurd dilîze

Beriya du salan hestiyên gerîlayê bi navê Egîd Îpek jî bi kargoyê radestî malbatê hatibû kirin.

Dayika wî Halîse Aksoy wê rojê gotibû,

“Ez li benda dosyeyekê bûm lê pakêta li erdê nîşanî min dan û gotin ‘Hestî hatine’ Ez şaş mam.

Her wiha hestiyên Şehîd Hakan Arslan jî ku sala 2016’an li navçeya Sûr a Amedê şehîd bibû di hundirê kîsekî de dan destê bavê wî.

Elî Riza Arslan kisê ku hestiyên kurê wî di navê de bûn, di hembêza xwe de ji Edliyeya Amedê derket.

Ev zilma ku wêneyê wê hate kişandin bû sedema nerazîbûneke mezin.

Dewleta Tirk bi awayekî sîstematîk û zanebûn êrişî cenazeyên gerîlayan û goristanan dike û bi nirxên gelê Kurd dilîze.

Back to top button