Artêşa Tirk ji herêma Cerablusê gule li zeviyên rojavayê kantona Kobanê barandin, di encamê de zêdetirî 80 hiktar zeviyên genim û ceh şewitîn.
Artêşa Tirk bi zanabûn ji herêma Cerablusê gule ber bi beravên rojhilatê çemê Firatê barandin.
Ji ber vê di zeviyên genim û ceh ên di navbera gundên Zor Mixar li rojavayê kantona Kobanê û bajarokê Şiyûx de şewatek mezin çêbû.
Di encamê de zêdetirî 40 hiktar şewitîn.
Di heman demê de agir bi zeviyên di navbera gundên Bênder û Mişko de bi dirêjahiya 30 hiktaran ket.
Tevî wê 12 hiktar zeviyên di navbera gundên Ceqil û Katş de şewitîn.
Erebeyên agirvemirandinê û gundiyan karîn şewatan kontrol bikin.
Piştî şewatên li gundê Sirzûrî li rojhilatê kantonê, ev şewata duyemîn e ku li kantonê çêdibe.
Ji aliyê xwe ve îro hêzên asayîş û rêveberiya li Kantona Kobanê jimarên rewşên awarte ji bo şewatan belav kirin.