Tenduristiya hikûmeta Şamê: Pêketina 7 kesên din bi vîrûsê hat tomarkirin

Tenduristiya hikûmeta Şamê ragihand ku pêketina 7 kesên din bi vîrûsa Coronayê hat tomarkirin û bi vê jî jimara giştî ya pêketiyên vîrûsê dibe 58.

Îro Wezareta Tenduristiyê ya Hikûmeta Şamê ragihand ku 7 kesekên din bi vîrûsê ketine û hemû jî ji dewleta Kuweytê hatine.

Duh jî wezaretê ragihandibû ku kesek ji Îmaratê hatibû bi vîrûsê ketibû.

Heya niha li herêmên hikûmeta Şamê 58 kes bi vîrûsê ketine, ji wan 36 kes baş bûne û 3 kesan jî jiyana xwe ji dest daye.

Li gorî berpirsên Wezaretê jî herşeş rewşên dawî ku bi Coronayê ketine ji derveyî welêt hatine û ji destpêka mehê ve ti rewşên nû yên bi vîrûsê, di welêt de nehatine tomarkirin.

Back to top button