HPG’ê nasnameya 5 gerîlayên ku di Îlona 2020’an de şehîd bûne eşkere kir

HPG’ê nasnameya 5 gerîlayên ku di 15’ê Îlona 2020’an de şehîd bûne eşkere kir.

HPG’ê bi daxuyaniyek cuda nasnameya 5 gerîlayan ragihand.

HPG’ê eşkere kir ku di 15’ê Îlona 2020’an de li herêma Xerzanê di şerê bi artêşa Tirk a dagirker re de hevreyê wan gihiştine şehadetê û got:

Fermandarê me yê pêşeng hevrê Demhat Cîlo û hevalên me yên hêja Erdelan Şaho, Mordem Norşîn, Warşîn Sekvan û Tolhildan Tekman heta nefesa xwe ya dawî li ber xwe dan û şehîd bûn.

Li ser kesayet û jiyana hevreyên xwe HPG’ê ev agahî parve kir:

Hevrê Demhat ku mîlîtanê pêşeng ê serdemên pêngavî bû, 10 sal li Bakurê Kurdistanê têkoşiya, şer kir û derbên giran li dewleta Tirk a mêtinger xistin.

Ewladê Egîd ê xelkê me yê Kirmanşan û Yaresan, hevrêyê me Erdelan jî bi rengê xwe cih di nava mîlîtanên pêşeng ên dîroka me ya azadiyê de ku ji bîr nabin, girt.

Hevrêyên me Mordem, Warşîn û Tolhildan jî bi wêrekiya xwe ya di qada şer de nûnertiya xeta PKK û PAJK’ê bikin mîrateyeke têkoşînê ya bibe mînak li pey xwe bihêlin.

HPG’ê di serî ji malbatên hêja yên şehîdan re sersaxiyê ji hemû gelê Kurdistanê yê azadîxwaz û welatparêz re xwest.

Li gorî daxuyaniyê agahiyên li ser nasnameya şehîdan wiha ye:

Nasnav: Demhat Cîlo
Nav û Paşnav: Eyup Çelîk
Cihê ji dayikbûnê: Amed
Dayik: Salîha
Bav: Mehmet
Cih û dîroka şehadetê: 15’ê Îlona 2020’an / Xerzan

Nasnav: Erdelan Şaho
Nav û Paşnav: Mensur Nasrî
Cihê ji dayikbûnê: Kirmanşan
Dayik: Ekrem
Bav: Ehmed Murad
Cih û dîroka şehadetê: 15’ê Îlona 2020’an /Xerzan

Nasnav: Mordem Norşîn
Nav û Paşnav: Zafer Koç
Cihê ji dayikbûnê: Mêrsîn
Dayik: Nûrten
Bav: Rahmetûllah
Cih û dîroka şehadetê 15’ê Îlona 2020’an / Xerzan

Nasnav: Warşîn Sekvan
Nav û Paşnav: Dilvîn Can
Cihê ji dayikbûnê: Êlih
Dayik: Kiymet
Bav: Bayram
Cih û dîroka şehadetê: 15’ê Îlona 2020’an / Xerzan

Nasnav: Tolhildan Tekman
Nav û Paşnav: Yilmaz Ûzûn
Cihê ji dayikbûnê: Erzirom
Dayik: Sona
Bav: Îbrahîm
Cih û dîroka şehadetê: 15’ê Îlona 2020’an / Xerzan

Back to top button