Li Herêma Zap û Heftanî Gerîlayên Azadiyê yên Kurdistanê derb li arteşa Tirk dan.
Di çalakiyan de 4 dagirkerên din hatin cezakirin, derb li 9 çeperan hate xistin.
Gerîlayên Azadiyê yên Kurdistanê bi fedakarî û têkoşînek mezin rê li ber dagirkeriya Tirk digre.
Li ser çalakiyên gerîla û êrişên arteşa dagirker Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê daxuyaniyek da.
Li gorî vê yekê di navbera 27 û 29’ê Tebaxê de gerîlayan li Zapê li dijî dagirkeran gelek çalakî pêk anîn.
Di çalakiyên bi taktîkên cuda de bi giştî 4 dagirker hatin cezakirin, derb li 9 çeperan hate xistin.
Her wiha HPG’ê da zanîn li herêma Metînayê 21’ê Tebaxê kamerayeke dagirkeran jî hatiye desteserkirin.
Derbarê êrişên arteşa Tirk a dagirker jî HPG’ê got, Herêma Metîna û Zapê bi giştî 6 caran bi balafirên şer hate bombekirin.