Desteya Ciwan û Werzîşê ya Herêma Firatê li dijî madeyên hişbirê, tundiya li ser jinan û şerê taybet pêngavek dan destpêkirin.
Di çarçoveyê pêngavê de, belavokên bi mijarên xeteriya madeyên hişbirê, bandorên wê li civakê û sedemên bikaranîna madeyên hişbirê li şêniyan hatin belvkirin.
Li ser mijarê, endama Komîteya Ciwanan a kantona Kobanê Dicle Hesen axivî û got:
“Dê semîner li ser xeteriya madeyên hişbirê, tundiya li ser jinan û paqijkirina bajar ji qirêj bêne dayîn û wê li ser van mijaran belavok werin belavkirin”..
Dicle Hesen diyar kir ku armanca wan ji vê pêngavê avakirina civakeke rêxistinkirî û rêya rast nîşanî ciwanan kirine.
Dicle Hesen bal kişand ser şerê taybet û got:
“Dewleta Tirk a dagirker di serî de ciwanan dike hedef û hewl dide şerê taybet li ser wan bimeşîne.
Armanca wê ji vê yekê ew e ku civakê ji hev bixe, ji ber ku ciwan stûna civakê ne.”