NPG’ê ji ber şehadeta fermandarê mezin Fazil Botan peyamek da

Fermandariya Biryargeha Navenda Parastina Gel (NPG) fermandar Fazil bi rêzdarî bi bîr anî û got:
“Bi helwest, tevger û jiyana xwe xîtabî dilê mirovan dikir.
Ew Apoyîyekî heqîqî bû.”

Fermandariya Biryargeha Navenda Parastina Gel (NPG) ji bo şehadeta fermandar Fazil Botan daxwiyaniyek da ..

NPG’ê di destpêka daxwiyaniyê de sersaxî ji gelê Kurdistanê yê welatparêz re xwest û got:

“Hevrêyê me Fazil Botan di Têkoşîna Azadiya Kurdistanê de xwedî ked û roleke mezin e.

Hevrê Fazil milîtanekî jêhatî, şervanekî leheng û fermandarekî pêşeng bû ew bû qehremanê gel

Ji şervantiyê dest pê kir û di pratîka şer de gav bi gav mezin bû.

Pêşengiya bi sedan hevrêyên xwe kir û bû fermandarekî efsanewî yê Botanê.

Wî ruhê fedayî yê Apoyî veguherand tarzê êrîşa giran, gelek derb li dijmin xist.

Rakirina çekên ji ser dijmin ji xwe re kir rêgez, wî îradeya xwe bi dijmin da qebûlkirin..

NPG’ê di dewama daxwiyaniyê de diyar kir ku hevrê Fazil hesabê têkoşîneke demdirêj dikir û wekî derwêşan bû.

Di her kêlîka jiyanê de bala wî li ser pêşerojê bû.

Bi kesayetiya xwe û bi karakterê xwe yê hevpar bû fermandarek..

Wî xeta îdeolojîk, rêxistinî û polîtîk a PKK’ê fêm kiribû..

Ev tişt di şexsê xwe de kiribû wekî nasnameyekê.

Bi helwest, tevger û jiyana xwe xîtabî dilê mirovan dikir. Ew Apoyîyekî heqîqî bû.

Fermandariya Biryargeha Navenda Parastina Gel (NPG) tekez kir ku Hevrê Fazil fermandarekî Kurdistanê ye.

Bi rengekî fedayî tevlî vê têkoşînê bû. Zaniye bibe fermandarekî ku encam bigire û bi ser bikeve.

Wezîfeyên xwe yên pêşengiyê bi layiqî bi cih dianî û bi hezaran şervan perwerde kirin.

Êrîşên li dijî gelê me hatine kirin, bersivand.

Li her çar parçeyên Kurdistanê di asta bilind de berpirsyarî girtiye ser xwe.

Fermandariya Biryargeha Navenda Parastina Gel dawiyê got:

Em ê her tim şopdarê hevrê Fazil bin, tarzê wî yê fermandariyê ji xwe re mînak bigirin.

Em ê gerîlatiya serkeftinê bikin heqîqetek û teqez armancên wî bi ser bixînin.

PKK’ê ji ber şehadeta fermandarê mezin Fazil Botan peyamek da

Back to top button