Êzidiyên Efrîne: PDK dixwaze planên dewleta Tirk li Şengalê pêk bîne

Nerazîbûnên Kurdan û bi tabybetî civaka Êzidî yên li dijî planên li ser Şengalê zêde dibin.
Tekildarî hewldanên PDK’ê yên ji bo ketina Şengalê, Êzidiyên Efrînê diyar kirin, hewldana PDK’ê dewama plana dewleta Tirk a ji bo qirkirina Êzidiyan e.

2’ê cotmehê PDK`ê bi hinceta propagandaya hilbijartinê, bi hêzeke mezin a leşkerî xwest bikeve Şengalê.

Lê civaka Êzidî bi xwepêşandanan nerazîbûnên xwe yên li dijî PDK’ê nîşandan û rê li pêşiya hêzên PDK`ê girtin.

Der barê hewldanên PDK’ê yên ji bo ketina nava Şengalê, Êzidiyên ji Efrînê jî nerazîbûn nîşandan.

Ji rêveberên komîteya têkiliyên dîplomatîk a Yekitiya Êzidiyên Efrînê Mistefa Nebo balkişande li ser hewldana PDK’ê yên li dijî Şengalê û got;

“Dewleta Tirk a ku di Tebaxa 2014`an de nekarî bi çeteyên DAIŞ’ê Şengalê dagir bike, vê carê hewl dide bi rêya PDK`ê û hêzên wê yên leşkerî vê yekê dubare bike.”

Mistefa Nebo, peymana 9’ê Cotmeha 2020’an bibîrxist û diyar kir ku ev peyman, di çarçoveya berjewendiyên dewleta Tirk û pêkanîna planên wan yê ji bo dagirkirina Şengalê û qirkirina civaka Êzidî hate îmzekirin.

Endama Yekitiya Êzidiyan a Efrînê Medya Çawîş jî destnîşan kir ku dema çeteyên DAIŞ`ê dest bi qirkirina êzidiyên Şengalê kir, artêşa Iraqê û hêzên PDK`ê civaka Êzidî bi hovîtiya DAIŞ`ê re rû bi rû hiştine.

Şeniyê bi navê Meryem Cindo jî anî ziman ku bêdengiya PDK’ê û hikumeta Bexdayê ya li hember sûcên dewleta Tirk yên li dijî Şengalê rastiya hevkariya wan eşkere dike.

Di dawî de Êzidiyên Efrînê piştgiriya xwe ji civaka Êzidî ya Şengalê re ragihandin.

Back to top button