Di navbera hêzên hikumeta Şamê û çeteyên dewleta Tirk de rojane şer dijwartir dibe. Îro li giştî bejahiyên Hemayê şer rû da, di encama şerê îro de jî, ji her du aliyan kuştî û birîndar hene.
Navenda Çavdêriya Sûrî ya Mafên Mirovan ragihand ku şevê din şerekî dijwar di navbera hêzên hikumeta Şamê û çeteyên dewleta Tirk de li eniyên Sehil El- Xab li bejahiyên Hemayê rû da.
Şer herî zêde li eniyên Qahira û Menara rû da û di encamê de kuştî û birîndarên her du aliyan çêbûn.
Çavdêriyê da zanîn ku destekdayîna leşkerî ku ji leşker û erebeyên çeteyên Feyleq El-Şam pêk dihatin, gihaştin eniyên şer ên herêma Cebel El-Zawiya a bejahiya başûrê Idlibê.