Li Iraqê Welatiyekî din ji ber Coronayê jiyana xwe ji dest da

Metirsiya vîrûsa coronayê roj bi roj li cîhanê zêde dibe.

Li Iraqê welatiyek din ji ber coronayê jiyan xwe ji dest da.

Îdî vîrûsa corona bi awayekî lezgîn li Iraqê belva dibe û hejmara kesê pêketî zêde dibe.

Li parêzgeha Wast ya Başûrê Iraqê, welatiyek ji ber vîrûsa coronayê jiyana xwe ji dest da.

Kesê mirî berî niha bi hevsera xwe re serdana Iranê kirbû.

Bi vî awayî hate niha li Iraqê 10 kes ji ber vîrûsê jiyana xwe ji dest dane.

10 kesên din de jî bi vîrusa coronayê ketine.

Ji wan 5 kes li Bexdayê, 2 kes li Kerbelayê, kesek li Babîlê 2 kes jî li Wasit in.

Bi vê yekê re hejmara gihişt 93 kesan, ji wan 24 kes baş bûne, 10 kesan jî jiyana xwe ji dest daye.

Li başûrê Kurdistanê jî hata niha 28 kes bi vîrûsa Coronayê ketine û yek miriya.

Piştî ku vîrûsa Coronayê li başûrê Kurdistanê jî hate dîtin, tedbîrên ji bo pêşîgirtina belavbûna vîrûsê jî zêde bûn.

Back to top button