Li Gana bi milyonan dar hatin çandin

Di çarçoveya ‘Pêngava Gana ya Kesk’ de, li Ganayê bi milyonan dar hatin çandin û gelek herêm bi vî rengî bûn şênkahî.

Li Ganayê di çarçoveya ‘Pêngava Gana ya Kesk’ de, li gelek herêman bi milyonan dar hatin çandin.

Li Ganayê ji ber talana daran û wêrankirina çavkaniyên binerdê bi rengekî fermî û qaçax, daristan ji holê hatibûn rakirin.

Hemû beşên civakê tevlî karê çandina daran dibin.

Li Peravên Diranê Fîlan jî polîtîkaya çandina daran hate afirandin ku heta sala 2030’î tê xwestin, qadeke ji şeş milyon hektarî ya çandiniyê bê avakirin.

Daristana li herêmê ku di salên 1960’î de bi milyonan hektar bû, li gorî pisporan daketiye 2 milyon hektarî.

Back to top button