Qurbanî bûn nêzî 4 milyonî..Tenduristiya cîhanî: Belavbûna Corona kêm dibe

Li tevahiya cîhanê hejmara qurbaniyên Coronayê digihêje nêzî 3 milyon û 800 hezarî. Rêxistina Tenduristiya Cîhanî teqez kir ku asta belavbûna vîrûsê kêm dibe.

Heta niha li cîhanê, derdora 3 milyon û 800 kes bi vîrûsê ketine, ji wan nêzî milyon û 300 hezar sax bûne û zêdeyî 260 hezar kes jî mirine.

Amerîka hê jî di asta belavbûna vîrûsê de, xwe di rêza yekemîn de digire.

Heta niha li Amerîkayê, zêdeyî milyon û 200 hezar kes bi vîrûsê ketine, ji wan zêdeyî 70 hezar mirine.

Serokê Amerîkayê Donald Trump biyar dabû ku xebatên şaneya aloziyê ya girêdayî vîrûsê ji kar bide rawestandin, lê îro Trump ji biryarê paş vegeriya.

Piştî Amerîkayê jî, Spanya, Îtalya, Brîtanya û Fransayê xwe di rêzên yekemîn a asta belavbûna vîrûsê de digirin.

Li Spanya 25 hezar, Îtalya 30 hezar , Brîtanya 30 hezar û Fransayê 25 hezar kes ji ber vîrûsê jiyana xwe ji dest daye.

Li aliyeke din, îro rêveberê giştî yê Rêxistina Tenduristiya Cîhanî ragihand ku wê asta belavbûna vîrûsê kêm bibe

Back to top button