Trump Rewşa awarte ragihand û 50 Milyar Dolar ji bo Vîrûsê veqetandin

Li Amerîkayê ji ber vîrûsa corona rewşa awarte hat ragihandin, her weha li gelek welatan jî cara yekem vîrûs tê dîtin.

Serokê Amerîkayê Donald Trump li dijî vîrûsa coronayê rewşa awarte ragihand û ji bo rêgirtina li pêş belavbûna vîrûsê 50 milyar dolar veqetand.

Trump di kongireyekî çapemeniyê de banga avakirina navendên taybet bi coronayê, li her eyaleteke Amerîkî kir.

Li Çînê jî duh 11 kes bi vîrûsê ketin û jimar giştî 9 hezarî.

Her weha li Koreya Başûr îro 107 rewşên nû hatin tomarkirin û jimara kesên bi vîrûsê ketine bo 8 hezar û 086’an.

Li Çend welatan, rewşên yekem tên ragihandin

Li çend welatên cîhanê jî vîrûs cara yekem peyda dibe.

Li Venezuelayê duh bi 2 kesên ku ji Ewropayê vegeriyan re vîrûs hat tespîtkirin, her weha li Guatîmala, Uruguay, Keneya, Etyupya, Sûdan, Gîneya, Morîtanya û Swazîland yekem rewşa coronayê hat ragihandin.

Li Senigal jî 11 rewşên nû yên vîrûsê hatin ragihandin û bi vê yekê jimara giştî li welatê ku dikeve rojavayê Afrîkayê dibe 21.

Back to top button