Kazimî: Ti alozî nayên çareserkirin jibilî ku destpêkê heybeta dewletê vegere

Serokwezîrê Iraqê Mistefa Kazimî duh êvarê bi daxuyaniyekê ragihand ku wê di 6’ê Hezîrana 2021’an li Iraqê hilbijartina pêşwext pêk were. 

Serokwezîrê Iraqê Mistefa El-Kazimî duh der barê rewşa dawî ya Iraqê û derbaskirina aloziyan de axivî.

Mistefa El-Kazimî di nirxandinên xwe yên duh de diyar kir ku wê 6’ê Hezîrana 2021’an de hilbijartina pêşwext li Iraqê pêk were.

Kazimî ji parlamena Iraqê xwest ku yasaya hilbijartinê temam bike.

Netewên Yekbûyî piştgirî da biryara Kazimî

Komîsyona Alîkariya Iraqê ya Girêdayî Neteweyên Yekbûyî-UNAMI ya li Iraqê, piştgirî da biryara Kazimî.

Komîsyona Alîkariyê diyarkir ku hilbijartina pêşwext daxwazek rewa ya gelê Iraqê ye û ji bo Iraqê zemîna aştî û demokrasiyê ye.

UNAMI destnîşan kir ku ji bo hilbijartineke paqij û azad û bi baweriya gelê Iraqê pê bê, ew amadene di warê teknîkî û şêwrî de alîkariya Iraqê bikin.

Back to top button