Piştî du mehan agahî ji rewşa Zeyneb Celaliyan tên girtin

Girtiya siyasî ya Kurd Zeyneb Celaliyan ku ji aliyê rêjîma Îranê ve hatiye girtin, piştî du mehan ev carê yekê ye ku agahî ji rewşa wê tên girtin.

Li gorî rapora Tora Mafên Mirovan a Kurdistanê duh girtiya siyasî Zeyneb Celaliyan piştî du mehan ku agahî jê nedihat standin, karî bi riya telefonê peywendiyê bi malbata xwe re bike.

Hat zanîn ku Celaliyan dawî li greva birçîbûnê aniye û niha jî li hucreya yek kesî ya taybet a girtîgeha Kirmanê de dimîne.

Ji bo azadî û piştevaniya Zeyneb Celaliyan jî li gelek welatên Ewropayê kampanyayek hatiye destpêkirin û îmze tên komkirin.

Heta niha gelek parlamenterên Swêdê tevlî kampanyayê bûne.

Back to top button