Yewnanistan-Li kampa Lavrîo hefteya lehengiyê hat pîrozkirin

Li Kampa Lavrîo ya li Atînaya paytexta Yewnanistanê, Hefteya Lehengiyê hat pîrozkirin.

Ji bo pîrozkirina Hefteya Lehengiyê li welat û derveyî welat çalakî û şahî hatin lidarxistin.

Di vê derbarê de li Kampa Lavrîo ya li Atînaya paytexta Yewnanistanê, pîrozbahî pêk hat.

Ji bilî kesên li kampê dimînin, xelkê Atînayê jî tevli pîrozbahiyê bûn.

Di pîrozbahiyê de sînevîzyonek li ser giringî û wateya Hefteya Lehengiyê hat nîşandan.

Piştî nîşandana sînevîzyonê, li ser navê komîteya şehîdan Erkan Erencî axivî.

Pîrozbahî, bi berzkirina sloganên “Bijî Serok Apo”, “Şehîd namirin” û “Jin jiyan azadî” qediya.

‘Hefteya Qehremaniyê’

Back to top button