Li Dihokê 3 rojnameger û çalakvan hatin binçavkirin

Îro Li Behdînan 3 rojnameger û çalakvan hatin binçavkirin û çarenîvîsa wan nediyare.

Di nava çend saetên borî de rojnameger Guhdar Zêbarî û Harîwan Îsa û Berpirsê Hevpeymana Nîştimanî Şivan Şeîd ku yek ji çalakvanên Behdînan ên li dijî desthilatê bû ji aliyê hêzên ewlehiya Dihokê ve hatin binçavkirin.

Li Herêma Kurdistanê  ji ber nerazîbûnan ji aliyê hêzên PDK’ê ve gelek çalakvan hatine binçavkirin.

Şêrwan Şêrzanî, Rojnameger Umêd Beroşkî û Mamosta Bedel Berwanî jî di nava kesên hatine binçavkirin dene.

Li dijî binçavkirin û girtina çalakvan û rojnamegeran li ser torên civakî nerazîbûn zêde ne û daxwaz dikin ku demil dest kesên hatine binçavkirin werin berdanê.

Tevî zext û nerazîbûnan jî hîn çarenivîsa hinek kesên hatine binçavkirin nediyare û nayê li kûderê tên girtin.

Back to top button