“Damezirandina PJAK’ê xwedî taybetmendiyeke girîng e”

Hevseroka PJAK’ê Zîlan Vejîn bi boneya 4’ê Nîsanê Rojbûna Rêber Abdullah Ocalan û damezirandina PJAK’ê axivî..
Zîlan Vejîn destnîşan kir ku rojbûna Rêber Abdullah Ocalan rojbûna gelê Kurd û partiya wan e û got,
“Partiya me jî di 4’ê Nîsanê de ava bû. Ev yek têkoşîna me hîn bi wate dike.”

4’ê Nîsanê rojbûna Rêber Abdullah Ocalan û heman rojê damezirandina PJAK’ê ye ..

Bi vê boneyê Hevseroka Partiya Jiyana Azad a Kurdistanê (PJAK) Zîlan Vejîn ji ANF’ê re nirxandin kir.

Zîlan Vejîn bal kişand ser damezirandina partiya xwe PJAK’ê û got:

“Di qonaxeke dîrokî de PJAK derket.

Li Rojhilatê Kurdistanê û Îranê li ser pêwîstiyên civakî û valatiya siyasî derketinek nû bû.

Damezirandina PJAK’ê ya di 4’ê Nîsanê de jî xwedî taybetmendiyeke bi wate û girîng e.

Taybet ji bo gelên Rojhilatê Kurdistanê.

PJAK li ber ronahiya felsefeya Rêber Apo hate damezirandin û heta îro jî li ser vê yekê berdewam e.”

Zîlan destnîşan kir ku PJAK’ê bûye hêviyeke mezin a pêşengtiya azadî û demokrasiyê li Rojhilatê Kurdistan û Îranê.

“4’ê Nîsanê roja hêviya serkeftinê ye”

Hevseroka PJAK’ê diyar kir ku 4’ê Nîsanê xwedî dîrok û wateyeke mezin e, roja jidayikbûna mirovahiyê ye.

“4’ê Nîsan roja hêviya serketinê ye.

Roja hişyarbûna civaka hejar û jêrdest ya li bin zilm û zordariya zalim û nemrûdan e.

Derketina Rêber Apo ji bo gelê Kurd bû derketineke hizir, bîrdozî û fikir û felsefeya jiyaneke nû. ”

“Bi derketina PJAK’ê re guherîneke mezin pêk hat”

Vejîn li ser armanc û têkoşîna PJAK’ê ên ji roja avabûye heta niha jî ev nirxandin kir:

“Bi derketina PJAK’ê re guherîneke mezin li ser civak Kurd pêk hat.

Ev 44 sal in, civak rû bi rûyê qirkirineke civakî, çandî, hunerî, ruhî û bedenî bûye.

Di encama têkoşînê de gelek guherîn li ser asta civakê pêk hatin..

Şoreşa ‘Jin, Jiyan, Azadî’ vê rastiyê îfade dike.”

“Ji bo civakek azad divê jin azad bibe “

Hevseroka PJAK Zîlan bal kişand ser rola jinê ya di nava PJAK’ê de û got:

“Jin xwedî roleke pêşengtiyê ye, kar û xebat li ser vî esasî dike.

PJAK azadiya jinê esas digire. Ji bo civak azad bibe divê jin azad bibe.

“Jin wê bi felsefeya ‘Jin, Jiyan, Azadî’ sîstema mêr dewlet têk bibe”

Hevseroka Partiya Jiyana Azad a Kurdistanê (PJAK) Zîlan Vejîn dawiyê ev yek anî ziman ..

Felsefeya ‘Jin, Jiyan, Azadî’ xwedî hizrekî xurt û kûr heye, berfirehtir jî dibe.

Wê destkeftiyên mezin bafrîne.

Wê jin bi felsefeya ‘Jin, Jiyan, Azadî’ sîstem û hişmendiya mêrserwer têkbibe..

Jiyaneke xweş bi nirx û hevpar a mirovahiyê bi zanisa civakî, yekgirtî û aram ava bike.”

Back to top button